Gelek kuştî û birîndarên çekdaran hene.
Li gor çavkaniyên ji Sûriyeyê direngiya şeva derbasbûyî balefirên şer yên Îsraîlê êrîşî ser pêgeh û navendên çekdarên ser bi Îranê li Sûriyeyê kirine.
Di encama êrîşa han de yaku li navçeya Mesiyafî ya li Hemayê de pêk hatiye gelek kuştî û birîndarên çekdaran çê bûne.
Herwiha di encama bordimana han de çend cebelxaneyên wan çekdaran jî hatine teqandin û şewitîne.
Her di heman êrîşê de jî bilî kuştî û birîndarên çekdarên Îranî, hevdem 4 endamên tîma berevaniya esmanî ya rejîma Sûrî jî hatine kuştin û 13 kesên din jî ji heman tîmê birîndar bûne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin