Nuland: Kompaniyên Amerîkî wê bikaribin bê tole li Bakurê Rojhilata Sûriyê bixebitin

dibêje îsal 350 miliyon dolar dişînin wan deveran.
کوردستان TV
100%

Ajansa Reutersê ji zarê Cîgira Wezîra Derve ya Amerîka Victoria Nuland ragihand ku Washington wê destûr bide kompanîyên Amerîkî ku bê tole û cezayan li bakurê rojhilata Sûrîyê bixebitin.

Nuland, di civîna Koalisyona Navnetewî ya dijî DIŞI’ê de li bajarê Marrakeş ya Mexrîbê de got: Emê destûrnameye bi giştî derxînin ku şîrketên Amerîkî bê tirsa toleyan berhemkarî li bakurê rojhilata Sûrîyê ku kontrola rejîmê li wan deran tuneye û hevbendên me ji DIŞI’ê rizgar kirin, karên xwe bikin,”

Nuland bi bîr xist ku Amerîka dijî rejîma Sûrî toleyên tund didomîne, lê jibo herêmên ku ji DIŞI’ê rizgar bûne, dirav xerc dike ku îstiqrarê bi cîh bike.

Wê da zanîn ku Washingtonê sala çûyî 45 mîlyon dolar li wan herêmên rizgarkirî veqetand û îsal dixwaze 350 mîlyon dolar bişîne wê derê.

 

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.