Serok Barzanî bo 29mîn salvegera damezrandina navenda Rewşenbîriya Laleşê peyamek pêşkêş kir.
Bi minasebeta 29mîn salvegera damezrandina navenda çandî û rewşenbîrî ya Laleşê Serok Barzanî peyamek pêşkêş kir û di peyama xwe de Serok Barzanî rixmî ku destxweşî li stafa navenda han kiriye hevdem diyar kiriye ku navenda laleşê di wan demên derbasbûyî de kariye xizmeteke baş pêşkêşî rewşenbîrî û çanda xuşk û birayên Êzidî bike û di warê pêşde birina çand û rewşenbîriyê de xwedan roleke berçav bûye.
Serok Barzanî di dawiya peyama xwe de hêviya serkeftinê bo wan xwestiye û piştîvaniya xwe jî bo kar û çalakiyên navendê diyar kiriye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin