Em Leyla Qasim û Hevalên vê bi rêzdarî bi bîr tînin

yekem jine ku li cîhanê de jiber ramanên siyasî hatiye îdamkirin.
کوردستان TV
100%

Beriya 48 salan di rojek weke îro de hate îdamkirin.

Jina têkoşer û şoreşger ya Kurd Leyla Qasim û hevalên vê beriya 48 salan di rojek weke îro 12ê Gulanê de jiber têkoşîna xwe ya bo azadiyê ji aliyê rejîma dîktator ya Besê ve hate îdamkirin.

Leyla Qasim li dever û cîhanê de bû  yekem jin ku jiber kar, çalakî û ramanên xwe yên siyasî hatiye îdamkirin.

Leyla Qasim dema hatibû girtin xwendekara zanîngehê bû li Bexdayê û di encama operasiyonên rejîma Besê de li gel hevalên xwe hatibû girtin û pişt re jî bilez hatibû îdamkirin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.