Sîstema gazê ya kafeyekê teqiyaye.
Di encama teqîna sîstema depo kirina gazê ya li Kafeyek li bajarê Silêmanî herî kêm 14 kes birîndar bûn.
Duhê direngiya şevê li cadeya Seholeke ya li Silêmanî, sîstema depo kirina gazê ya kafeyekê teqiya bû û di dema teqînê de hatibû ragihandin ku 10 kes birîndar bûne.
Lê îro danê sibê tendirostiya Silêmanî eşkere kir ku, di encama teqînê de herî kêm 14 kes birîndar bûne û zirarên mezin yên madî jî ber cîhê teqînê û derdorê ketine.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin