Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, roja çarşemê 11.05.2022ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li birêz Elbrus Kutraşêv Balyozê Rûsyayê yê li Îraqê û şandeya pê ra kir.
Di civînekê de, Serokê herêma Kurdistanê û Balyozê Rûsyayê, pêşhatên dawîn yên siyasî li Îraqê, texîrbûna prosesa hilbijartina serokkomar û pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê, têkeliyên Rûsyayê digel Îraq û Herêma Kurdistanê û têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê gotûbêj kirin.
Nêçîrvan Barzanî, di axavtina xwe da, tekîd li ser pêdvîtiya destpêkirin diyalogê di navbera hêz û aliyên îraqî da û hevkariya hevbeş ji bona lihevtêgehiştin û rêkeftinê li ser derbaskirina asteng û dijwariyên li pêşiya prosesa siyasî li welat kir.
Şer û pevçûnên li Ukrayîna û bandor û berketiyên wî şerî li ser deverê mijareka din ya civînê bû û di vê çwarçoveyê da her du aliyan hêvî xwest ku bi zûtrîn dem ew şer bi dawî bê.
Pêşhatên dawiyê yên herêmî bi giştî û çend pirsên din ku cîyê giringiya hevbeş in, mijarên din yên civîna navbera Serokê Herêma Kurdistanê û Balyozê Rûsyayê bûn, ku konsulê giştiyê Rûsyayê yê Hewlêrê jî têda amade bû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin