Îro devera Sîdekanê bi dijwarî topbaran kir.
Li gor zaniyariyên ku Peyamnêrê me yê li devera Sîdekanê dane me, îro danê sibê artêşa Îranê dest kiriye bi topbaran kirina çend gund û navçeyên curbicur yên li Sîdekanê.
Li gor zaniyariyan, topbaran di seat 8ê sibê de destpê kiriye û zêdetir ji nîv seatan dom kiriye.
Topxaneyên Îranê gund û cîhên nîştecîhbûna xelkê sivîl topbaran kirine.
Birêveberê nahiyeya Sîdekanê Îhsan Çelebî jî ji Kurdistantv re ragihand ku her çend topbarana han zirarên canî li pey nebûye lê bûye sedema çê bûna zirarên gelek mezin yên madî û çê bûna fikaran li cem şêniyên wan deveran.
Jiber topbaranê, şêniyên gundên deverê neçar mane malên xwe vala bikin.
Niha topbaran rawestaye û rewş li deverê arame.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin