Rojnameyeke Amerîkî dibêje Îran dixwaze li ser esmanê Amerîkayê teqînek pêk bîne.
Rojnameya Amerîkî ya Washington Examiner raportek belav kiriye û di raportê de behsa zaniyariyên îstîxbaratî dike ku ketine destê îstîxbarata Amerîkayê.
Di raportê de hatiye diyarkirin ku Îran amadekarî bo şerê leşkerî li dijî Amerîkayê dike û bo vê mebestê Îran dest bi amadekariyên hewce bo pêkanîna teqîneke biçûk ya etomî li ser esmanê Amerîkayê dike daku bi vê rengî zirarê bide kerta elektirîkê ya Amerîkayê û bi vê rengî Amerîka bo demekê rastî kêşeya bêelektirîkî were.
Rojnameyê diyar kiriye ku Îran bo ku bikarêbe vê teqînê pêk bîne dest bi çê kirina bombeyeke elektiromixnatîzî kiriye û dom kirina danûstandinên taybet bi bernameya etomî ya Îranê jî weke derfet bo çê kirina bombeya han bikar aniye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin