Mesrûr Barzanî: Lazime kêşe bi diyalogê werin çareser kirin

Serokwezîr û balyozê Rûsyeyê behsa şerê navbera Rûsye û Ukraynayê kirin.
کوردستان TV
100%

Serokwezîr li gel balyozê Rûsyeyê yê li Îraqê civiya.

Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel balyozê Rûsyeyê yê li Îraqê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr li ser hesabê xwe yê fermî derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;

Îro sêşem 10ê Gulana 2022an me pêşwaziya balyozê Rûsyeyê yê li Îraqê Elbrus Kutrashev kir.

Di civînê de ku Konsulusê giştî yê Rûsyeyê yê li herêma Kurdistanê Olig Levin jî têde beşdar bû giftûgo derbarê rewşa Îraq û deverê de hate kirin.

Di mijareke din ya civînê de me nîqaş derbarê şerê navbera Ukrayna û Rûsyeyê û bandorên şera han li ser abûriya cîhan û rewşa jiyana welatiyan kir û tekez li ser girîngiya dawî anîn bi şer û çareser kirina kêşeyan bi rêya diyalog û danûstanê kir.

 

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.