Serok Barzanî nirxandin derbarê rewşa siyasiya Îraqê de kir.
Îro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya balyozê Rûsyeyê yê li Îraqê Elbrus Kutrashev kir.
Di civînê de Serok Barzanî û balyozê Rûsyeyê behsa rewşa Îraqê, prosesa siyasî û astengiyên berdem vê prosesê kirin û Serok Barzanî nirxandineke giştî bo rewşa Îraqê kir.
Di berdewamiya civînê de giftûgo derbarê rewşa Sûriye û pêşroja vê welatî û çarenivîsa gelê Kurd di pêşeroja Sûriyeyê de hate kirin û Serok Barzanî jî dilgiraniya xwe li hember pêşeroja gelê Kurd li vê welatî diyar kir.
Nirxandina têkiliyên navbera Rûsye û herêma Kurdistanê mijareke din ya vê civîna han bû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin