Rûsye hêzên xwe ji Sûriyeyê vedikêşe

Îsraîl jî li hember vê biryara han bifikare û ketiye tevgerê.
کوردستان TV
100%

Îran û Hizbulah diçin cîhên leşkerên Rûsî.

Rojnameya Moskcowatames ya Rûsî nûçeyek belav kiriye û nivîsandiye ku hêzên leşkerî yên Rûsyeyê yên li Sûriyeyê tênvekêşandin.

Rojnameyê ev yek li ser zarê rayedarekî leşkerî ya Rûsî belav kiriye û nivîsandiye hêzên Rûsî yên li Sûriyeyê vedikêşin û hêzên Îranî û Hizbulaha Libnanê diçin navendên leşkerî yên Rûsî û liwir bicîh dibin.

Çavkaniyê diyar kiriye ku sedema biryara han şerê dijî Ukraynayê ye û ev biryara Rûsyeyê bûye sedem daku Îsraîl jî li ser vê mijarê bikeve tevgerê jiber ku Îsraîl naxwaze hêzên Îranî li Sûriyeyê hebin.

 

Rojhilata navîn Sûrye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.