Dibêje hikûmet li hember giraniyê tawanbare.
Serokê parlementoya Îranê Mihemed Baqir Qalîbaf ku beriya çend rojan aliyên nêzî Xamneyî gendeliyên wî û malbeta wî eşkere kiribûn, behsa rewşa xirab ya li Îranê dike.
Qalîbaf di gotareke xwe de yaku li parlementoya Îranê de pêşkêş kiriye ragihandiye ku hikûmeta Îranê qanûn û zagonan cîhbicîh nake lewre li welat qirîza abûrî, giranî û bêkarî heye û hikûmet li hember rewşa jiyana xelkê bi taybetî buha bûna nan û pêdiviyên din yên jiyana rojane kêmterxeme û guhê nade daxwazên xelkê.
Qalîbaf herwiha eşkere kiriye ku niha li Îranê reştirîn û dijwartirîn serdema jiyana xelkê destpê kiriye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin