Silêman Soylu li koçer bûna Tirkan mokir hat

niha li Tirkiyeyê qirîzeke navxwe ya taybet bi koçberan bûye mijara sereke ya rojeva siyasî.
کوردستان TV
100%

Dibêje tevahiya me ji çolên Mexûlistanê hatine.

Qirîza taybet bi koçberên Sûrî li Tirkiyeyê berdewame û bûye sedema rûbirûbûna desthilat û opozîsyona vê welatî.

Opozîsyon dibêje dema ev bibin desthilat vê koçberên Sûrî dersînor bikin jiber ku ev koçberên han gelek kêşe bo Tirkiyeyê çê kirine. Li hember daxuyaniya opozîsyonê de jî Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan jî duhê ragihand ku ev heta dawî piştîvanî û berevaniyê ji koçberan dikin û bi ti awayî wan navegerînin.

Dîsa ev gotinên Erdogan bûn sedema rexneyên opozîsyonê û opozîsyon ragihand ku Erdogan ti hêviyeke xwe bi dengê Tirkan re nemaye lewre pişta xwe daye dengê koçberan.

Her li ser vê mijarê jî duhê wezîrê navxwe yê Tirkiyeyê Silêman Soylu jî ragihand ku ev bi ti awayî koçberan dersînor nakin jiber ku Tirk jî di dema xwe de koçber û aware bûne û tevahiya wan ji deşt û çolên Mexûlistanê hatine vê deverê.

Ev gotinên wezîrê navxwe yê Tirkiyeyê jî bûne sedema acizbûneke girseyî di nava civaka Tirkiyeyê de.

Ev jî lînka gotinên wezîrê navxwe yê Tirkiyeyê ye.

https://youtu.be/txb1Z67vYyI

 

 

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.