Hêzên Tirkiyê û komên cîhadî yên ser bi Tirkiyeyê ve gundê Mielek û Rêya M4 li rojavayê bajarokê Eyn Îsa li bakurê Reqayê topbaran dikin.
Li gor çavkaniyên HSDê, sibeha îro duşembê 9ê Gulana 2022an hêzên Tirkiyê û komên cîhadî y ên ser bi Tirkiyeyê ve dest bi topbarankirina gundê Mielek û Rêya M4 li rojavayê bajarokê Eyn Îsayê kirine.
Heman çavkaniyan diyar kirine ku topbaran heta niha berdewam e lê ti zanyarî li ser zeraran nehatine dayîn.
Weke tê zanîn ev demêke ku Serokkomarê Tirkiyeyê Receb Teyyib Erdogan dîsa dest kiriye bi gef kirin li ser Rojavayê Kurdistanê û dibêje emê êrîşî ser Bakûrê Sûriyeyê bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin