Vê îro li Hewlêrê bicive.
Biryare îro li Hewlêrê şandeke hevpeymaniya rizgariya nîştimanî ya Îraqê ( pdk, sedir û sune) bicive.
Di civîna îro de vê giftûgo li ser prosesa siyasiya Îraqê û hewldanên heyî yên bo hilbijartina Serokkomar û û ava kirina hikûmeta nû ya Îraqê were kirin.
Weke tê zanîn piştî hilbijartinên 10 Cotmeha 2021an heta niha aliyên siyasî yên Îraqê hîn jî nikarîne lihev bikin bo ku hikûmeta nû ya Îraqê ava bikin û beriya Remezanê jî Serokê tevgera Sedir dem dabû aliyên din yên Îraqê daku hikûmet ava bikin lê ev dema han bi dawî hat û ev aliyên han jî nikarîn hikûmetê ava bikin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin