Di civînê de biryar li ser qedexe kirina hawirde kirina petrola Rûsyeyê hat dayîn.
Welatên endam di koma G7 de ku duhê civiya bûn, biryareke nû li dijî Rûsyeyê der kirin.
Li gor çapemeniya cîhanî welatên endam di koma G7 de biryar dane daku jiber êrîşa Rûsyeyê ya bo ser Ukraynayê, weke dorpêçeke abûrî, hawirde kirina petrol û berhemên petrolê ji Rûsyeyê qedexe bikin.
Di civînê de herwiha biryar hatiye dayîn ku piştîvaniya welatên endam di koma G7 de bo Ukraynayê berdewam dibin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin