Li Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê rejîma Îranê ve hatine girtin.
Li gor nûçeyeke navenda mafên mirovan ya Hengawê di meha Nîsanê de, zextên rejîma Îranê yên li dijî welatiyên Kurd bi taybetî çalakvanên Kurd dom kirine.
Hengawê diyar kiriye ku bi tenê di meha Nîsanê de li seraserê Rojhilatê Kurdistanê, dezgeh û hêzên ewlekarî yên rejîma Îranê 15 çalakvanên siyasî yên Kurd binçav kirine.
Hate zanîn ku li Sine 9 û li Urmiyeyê jî 6 çalakvanên siyasî yên Kurd ji aliyê hêzên rejîmê ve hatine girtin û tevahiya wan çalakvanan jî ji aliyê dadgehên şoreşê ve hatine darizandin û cezayên giran bo wan hatine dayîn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin