Buhayê petrolê dîsa bilind bû

di 24 seatan de petrol 2 dolar buha bûye.
کوردستان TV
100%

Her bermîlek bi 113 dolaran tê firotin.

Li gel dom kirina şerê navbera Rûsye û Ukraynayê, borseya cîhanê jî tengejiyên xwe didomîne û di vê çarçoveyê de buhayê petrolê dîsa bilind bû.

Îro li gel vekirina borseyan buhayê her bermîlek petrolê gehêşte 113 dolar û 22 sent. Ev di demekê deye ku duhê buhayê her bermîlek petrolê 110 dolar bû.

Di meha Nîsanê de jî Îraq kariye 3 miliyon û 380 hezar bermîl petrol firotiye û dahata vê jî 10 miliyar û 500 miliyon dolar bûye.

Aborî

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.