Dibêje emê êrîşî wan tirimbîlan bikin û wan ji nav bibin.
Rûsya îro Çarşemê NATO ser maşîneyên veguhestinê yên li Ukrayna hişyar kir.
Ajansa nûçeyan ya Reutersê dîyar kir ku hêzên Rûs dê maşîneyên veguhestinê yên li Ukrayna çekan bar dikin wek hedef bibîne.
Reutersê ew agahî ji zarê Wezîrê Berevanî ya Rûsya Sergei Shoigu ragihand.
Shouigu ser çekdarên Ukraynî yên li tesîsa Azovstal ya li Mariupolê jî agahî da.
Wî da zanîn ku ew çekdar li ser fermana Serokê Rûsya Vladimir Putin bi awayekî ewle dorpêçkirî ne.
Şerê Rûsya û Ukrayna di 24’ê Sibatê de destpê kir. Rûsya bo kirên xwe yên li Ukrayna dibêje operasyoneke taybet e, lê welatên Rojava wan kiran wek dagirkirin dibîne.
Ji voayê hatiye wergirtin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin