4 ji wan xuşik û bira ne.
Li gundekî ser bi qezaya Felûce ya Iraqê ve 6 zarok ketin nav çemê Firatê û xendiqîn, ku 4 jê xuişk û bira bûn. Li gor agahiyan, temenê zarokan di navbera 8-14 saliyê de bûye.
Bûyer duh li gundê Nîhme yê ser bi Fellûceyê ve çê bûye. Li gor zanyariyan, Ubeyde Elî Feyyaz ê temen 8 salî yekem zarok bûye ku ketiye nav çem û xeniqiye. Paşê 3 xûşkên wî yên bi navê Henîn, Rîtac û Ezra ku li jêr 14 saliyê bûne, hewl dane birayê xwe rizgar bikin lê belê hewldanên wan bê encam bûne û ew bixwe jî xeniqîne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin