Serbazên Tirkiyê li ser sînor 4 xortên kurd yên Rojavayê Kurdistanê girtin û bi tundî li wan dan û dîsa avêtin aliyê din yê sînor.
Saziya mafên mirov ya belgekirina binpêkariyan li Rojava ragehandiye, duhî serbazên Tirkiyê li ser sînorê Rojava li hember bajarokê Dirbêsiyê yê Rojavayê Kurdistanê 4 xortên Rojavayî ku dixwastin derbasî aliyê Bakur bibin, girtin û bi tundî îşkence kirin.
Li gorî agahiyan, piştî lêdanek tund serbazên Tirkiyê dîsa ew xort avêtin aliyê din yê sînor.
weke tê zanîn sala derbasbûyî jî çend welatiyên Kurd jiber eşkenceya ku ji aliyê leşkerên Tirkve li wan hatibû kirin, canê xwe ji dest dabûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin