Ji aliyê rejîma Îranê ve hatine girtin.
Zextên rejîma Îranê li dijî welatiyên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê didomin û tenê di nava mehekê de 39 welatiyên Kurd ji bajarên curbicur yên Rojhilata Kurdistanê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine girtin.
Di vê derbarê de navenda mafên mirovan ya Hengawê ragihand ku tenê di meha derbasbûyî de 39 welatiyên Kurd bi hincetên curbicur ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hatine girtin.
Hengawê diyar kiriye ku, rêjeya girtina welatiyên Kurd li gor meha Adarê sedî 5 zêde bûye.
Hengawê ev yek eşkere kiriye ku hijmara herî zêde ya girtinê li Sine ku 19 kes û Urmiye ku 18 kese çê bûye.
8 ji wan welatiyan ji aliyê îtlaata Spahê ve û 31ê din jî ji aliyê îtlaatê ve hatine girtin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin