Ceza kirina çalakvanên Kurd berdewame

bi hinceta endam bûn di nava partiyeke Kurdî de hatine cezakirin.
کوردستان TV
100%

Rejîma Îranê 3 çalakvanên din yên Kurd ceza kir.

Zextên rejîma Îranê li dijî welatiyên Kurd didomin û di vê çarçoveyê de navenda mafên mirovan ya Hengawê ragihand ku, dadgeha rejîma Îranê 3 çalakvanên Kurd ceza kiriye.

Li gor daxuyaniya Hengawê şaxê Seqiz ya dadgeha şoreşê ya Îranê bi hinceta endam bûn di nava partiyeke Kurdî de, 3 çalakvanên Kurd yên şêniyên bajarê Seqizê ku zistana par hatibûn girtin, ceza kiriye.

Dadgehê di dosyeyeke hevbeş de 27 meh cezayê girtîgehê daye wan 3 çalakvanan.

Navê wan çalakvanan ewe; Mêqdad Hesenejad, Mihemed Selîmî û Zemane Zêwe ye.

Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.