Jiber gendeliyê hatiye girtin.
Serokê Dadgeha Parêzgeha Urmiyê ya Rojhilatê Kurdistanê ragihand ku rêveberê giştî yê saziya elektrîkê ya wê parêzgehê li ser gendeliyê hatiye desteserkirin.
Serokê Dadgeha Parêzgeha Urmiyê Nasir Etabatî dibêje: “Dosyeya rêveberê elektrîka parêzgehê di qonaxa destpêkê ya lêkolînê de ye û dadgeh bi hûrî û bilez li ser lêkolînên xwe berdewam e.” Bi gotina Nasir Etebatî, rêveberê elektrîka Urmiyê bi tohmeta gendeliyê hatiye desteserkirin û di girtîgehê de ye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin