Di navbera hêzên ser bi pkk û artêşa Îraqê de pevçûn çê bûye.
Li gor zaniyariyên ber dest, îro danê sibê li devera Sinûnê ya ser bi Şingalê ve pevçûn di navbera artêşa Îraqê û hêzên ser bi pkkê ve çê bûye.
Hate zanîn ku artêşa Îraqê daxwaz ji hêzên ser bi pkkê kirine daku ji çend navendên xwe derkevin, lê hêzên han ev daxwaz qebûl nekiriye lewre di navbera hêzên ser bi pkkê û artêşa Îraqê de pevçûn qewmiye.
Hate zanîn ku ji her du aliyan çend kesek birîndar bûne.
Weke tê zanîn ev demêke di navbera hêzên ser bi pkkê û artêşa Îraqê li Şingalê alozî û nakokî hene.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin