Anît terora Kurdistanê dibêje dest bi lêkolînê hatiye kirin.
Kêliyek beriya niha hijmareke mûşekên cureya katuşiyayê li qezaya Xebat ya ser bi Hewlêrê ketine erdê.
Rayedarên qezaya Xebat behsa vê yekê dikin ku dengê teqînên gelek bihêz hatiye bihîstin û mûşek li qezaya wan ketine xarê.
Ji aliyê xwe ve navenda antî terora Kurdistanê jî daxuyanî da û ragihand ku kêliyek beriya niha 6 mûşekên katuşiya li qezaya Xebat ketine erdê.
Antî teror diyar kiriye ku ti zirareke canî ya êrîşa han nebûye û niha hêzên ewlekarî û aliyên têkildar dest bi lêkolînê li ser vê mijarê kirine.
Antî terora Kurdistanê herwiha eşkere kiriye ku ev mûşekên han ji devera Bertile ya li qezaya Hemdaniye ya li parêzgeha Mûsilêve hatine avêtin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin