Li Îranê agir bi cîheke olî ket

dibêjin ti zirarên şewatê tunene.
کوردستان TV
100%

Şewat li gora Îmam Reza de derketiye.

Li gor çapemeniya Îranê duhê bişev li Eyaleta Meşhed ya li Rojhilatê Îranê, agir bi gora Îmam Reza ketiye.

Her çend çapemeniya Îranê sedema bûyerê nedaye eşkere kirin, lê tê gotin ku şewat di dema nimêja terawêhan de û dema ku gor gelek qerebalix bûye, derketiye.

Heta niha zirarên şewatê ji aliyê rayedarên Îranê ve nehatine eşkerekirin.

Hin jêderên Îranî jî behsa vê yekê dikin ku yek ji tirimbîlên paqêj kirina gora Îmam Reza şewtiye û ev şewata han jiber vê yekê bûye.

Weke tê zanîn gora Îmam Reza li Meşhedê ya li Rojhilatê Îranê, cîheke pîroze bo şîeyan û salane ji bilî welatiyên Îranî gelek welatiyên şîe ji Îraq û welatên din jî berê xwe didin vê gora han.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.