Tirkiye karwaneke din ya S400 dikire

vê têkiliyên navbera Tirkiye û Amerîkayê aloztir bibin.
کوردستان TV
100%

Hîn jî qirîza navbera Tirkiye û Amerîkayê nehatiye çareserkirin.

Di demekê de ku hîn jî qirîza navbera Amerîka û Tirkiyeyê ya derbarê kirîna karwana yekem ya sîstema berevaniya mûşekî ya S400 ya Rûsî ji aliyê Tirkiyeyê ve nehatiye çareserkirin ku Tirkiye biryar daye gaveke din bavêje.

Piştî ku rayedarên Rûsî eşkere kirin ku Tirkiye di demeke nêz de vê karwana dudiyan ya S400an bikire, rayedarên Tirkiyeyê jî ev yek piştrast kirin û ragihandin ku vê Tirkiye karwana dudiyan ya sîstema berevaniya mûşekî ya S400an ji Rûsyeyê bikire.

Her çend Amerîka jiber karwana yekem helwesteke tun raberî Tirkiyeyê kiribû û dorpêç jî danî bû ser Tirkiyeyê û NATO jî gelek caran hayedarî dabû Tirkiyeyê li ser S400an, lê derbarê kirîna karwana dudiyan ya S400an heta niha Amerîka û NATO ti helwesteke fermî raber nekirine lê tê payîn ku têkiliyên Tirkiyeyê yên li gel Amerîka û NATOyê hîn aloztir bibin.

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.