Li Tirkiyeyê gelek kesên din hatin girtin

zêdetir ji 50 welatiyan ji aliyê polîs ve hatine girtin.
کوردستان TV
100%

Jiber ku dijî biryara dadgehê xwepîşandan kirine hatine girtin.

Duhê bişev li gelek bajarên Tirkiyeyê xelkeke zêde bo mehkûm kirina biryara dadgehê ya derbarê dosyeya xwepîşandanên parka Gezî de xwepîşandan kir.

Hêzên polîs û ewlekarî yên Tirkiyeyê jî êrîşî ser welatiyên xwepîşander kirin û tê gotin ku zêdetir ji 50 welatiyan ji aliyê polîs ve hatine girtin.

Weke tê zanîn beriya du rojan dadgehê derbarê doseya xwepîşandanên parka Gezî de biryar dabû û organîzatorê wan xwepîşandanan Osman Kavala bi zîndana heta hetayî, ( muebet) mehkûm kiribû.

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.