Balefirên Îsraîlî îro danê sibê derdorê Dîmeşqê bordiman kirin.
Li gor nûçeyeke navenda çavdêriya mafên mirovan ya Sûriyeyê yaku bi SOHR tê nasîn, îro çarşem danê sibê, balefirên şer yên Îsraîlê êrîşî ser çend cîhan li derdorê Dîmeşqa paytexta Sûriyeyê kirine.
Di encama êrîşa han de 9 kes ku piraniya wan leşkerên hatine kuştin.
Ji aliyeke din ve çepemeniya fermî ya rejîma Sûriyeyê jî belav kir ku, di encama êrîşa han de bo ser çend cîhên leşkerî, 4 leşker hatine kuştin û 3 leşkerên din jî birîndar bûne.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin