Dibêje emê êrîşî ser karwanên hevkariya Rojavayiyan bikin.
Wezîrê derve yê Rûsyeyê Sergey Lavrov derbarê şerê navbera Rûsye û Ukraynayê de huşdarî da û ragihand ku bila kes nebêje metirsiya şerê cîhaniya sêyem tuneye, ev metirsî heye û gelek jî cidiye.
Lavrov di gotara xwe de huşdarî da welatên Rojavayî yên ku hevkariya leşkerî û locistîkî didin Ukraynayê û anî ziman ku ev karwanên hevkarî yên Rojavayiyan vê bibin armanca êrîşên Rûsyeyê.
Nav hatî herwiha rexne li NATO jî dike û dibêje NATO bi rêya şandina hevkariyan bo Ukraynayê hewl dide şerê berdewam be û NATO jî bi vê rengî şerê Rûsyeyê dike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin