Amerîka: Em li hember topbaran kirina Kobanê dilgiranin

dibêje bila tevahiya aliyan hewl bo parastina aramiya deverê bidin.
کوردستان TV
100%

Duhê êwarê Tirkiye Kobanê û çend gundên din topbaran kiribû.

Piştî ku duhê êwarê artêşa Tirkiye û cîhadiyên Tirkiyeyê bi dijwarî Kobanê û çend gundên derdorê Serê Kanî topbaran kirin û çend kesên medenî canê xwe ji dest dan, îro balyozxaneya Amerîkayê ya taybet bi Sûriyeyê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya balyozxaneya Amerîkayê de yaku li ser twitterê hatiye weşandin, Amerîka dilgiraniya xwe ya li hember topbaran kirina Kobanê û can ji dest dana welatiyên medenî diyar kiriye.

Di berdewamiya vê daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku Amerîka daxwaz ji her du aliyan dike aramiya deverê biparêzin û xwe ji tundûtîjiyê bidûr bigirin.

Weke tê zanîn artêşa Tirkiye û cîhadiyên Tirkiyeyê her roj bi çekên giran cîhên curbicur yên Rojavayê Kurdistanê topbaran dikin.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.