Du wezîrên Amerîkî serdana Ukraynayê kirin

behsa çawetiya hevkarî kirina Ukraynayê li dijî Rûsyeyê hate kirin.
کوردستان TV
100%

Li gel Serokê Ukraynayê li Kievê civiyan.

Duhê êwarê her du wezîrên derve û berevanî yên Amerîkayê bi serdaneke fermî gehêştine Kieva paytexta Ukraynayê.

Wezîrê derve Antony Blinken û wezîrê berevanî yê Amerîkayê Lloyd Austin duhê êwarê piştî destpê kirina şerê navbera Ukrayna û Rûsyeyê, bi bo cara ewil bi serdaneke fermî gehêştine Kieva paytexta Ukrayna û li gel Serok û rayedarên din yên vê welatî civiyan.

Di civînan de behsa şerê navbera Ukrayna û Rûsyeyê û çawetiya hevkarî kirina Ukraynayê hate kirin.

 

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.