Tirkiyê asmanê xwe bo firokeyên Rûsyayê girt

jiber rewşa Ukraynayê tê payîn ku aloziyên mezin di navbera Tirkiye û Rûsyeyê de serî hildin,
کوردستان TV
100%

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çavuşoglu ragihand, qada asmanî ya Tirkiyê li pêş firokeyên leşkerî û sivîl ên Rûsî yên leşkeran vediguhezînin Sûriyê, hatiye girtin.

Li gor nûçeyeke basnews wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çavuşoglu, beriya serdana xwe ya bo Uruguayê di firokeyê de bersiva pirsên rojnamevanan da.

Çavuşoglu got: “Me qada asmanî ji firokeyên leşkerî yên Rûsyayê re û heta firokeyên sivîl ên ku ber bi Sûriyeyê ve difirin û leşker hildigirin girtin.

Destnîşan kir jî, destûr ji bo sê mehan, heta meha Nîsanê hatiye dayîn, û piştre firîn rawestiyan.

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.