Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Antonio Guterres dê serdana Rûsya bike.
Berdevkê NY’ê Stephane Dujarric diyar kir ku Guterres dê di 26’ê Nîsanê de li Moskowê be.
Guterres dê berê bi Wezîrê Derve yê Rûsya re Sergey Lavrov re ser xebatan bicive û bi wî re firavînê bixwe.
Ew dê piştî civîna bi Lavrov re, bi Serokê Rûsya Vladimir Putin re bicive.
NY dide zanîn ku jiber cengê hejmara sîvîlên dimirin roj bi roj zêde dibe û dîyar dike ku bo astengîyên bo derxistina sîvîlan jî didomin.
Şerê Rûsya û Ukrayna di 24’ê Sibatê de destpê kiribû û ji wê çaxê vir ve Moskow bi toleyên berfireh yên welatên Rojava re rûbirû maye.
Ji voayê hatiye wergirtin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin