Zirarên canî yên êrîşê tunene.
Li gor çapemeniya Tirkiyeyê îro pêncşem li taxa Osmangazî ya li Îstebûlê bi bombeyan êrîşî ser navenda TUGVA ( weqfa ciwanên Tirkiyeyê) hatiye kirin.
Li gor daxuyaniyê, bombeyek li ber derî û dîwarê vê navendê hatiye teqandin lê ti zirarên canî yên vê êrîşê nebûne.
Weke tê zanîn duhê jî li Bursayê êrîşî ser paseke veguhastina karmendên girtîgehê hatibû kirin û di encam de polîsek hatibû kuştin û 9 polîsên din jî birîndar bibûn.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin