Erdogan gotibû ku operasiyon bi hayedarî û hemahengiya Îraqê tê kirin.
Piştî ku duhê Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê giştî yê AKP Receb Teyyib Erdogan derbarê operasiyona nû ya artêşa Tirkiyeyê ya li dijî PKKê de gotibû ku em spasiya hikûmeta Îraqê dikin û ev operasiyon bi hayedarî û hemahengiya Îraqê tê meşandin, wezareta derve ya Îraqê daxuyaniyek da raya giştî.
Di vê daxuyaniya han de wezareta derve ya Îraqê diyar kiriye ku ti hayedariyeke me ji operasiyonê tuneye û ti hemahengiyek jî di navbera me de tuneye.
Wezareta derve ya Îraqê diyar kiriye ku operasiyona han binpê kirina maf û serweriya Îraqê ye û zirarê dide welatiyên medenî yên Îraqê.
Wezareta derve ya Îraqê diyar kiriye ku ev operasiyona han gefeke mezine li ser yekparçeyiya axa Îraqê.
Wezareta derve ya Îraqê herwiha daxwaz ji Tirkiye û PKKê jî kiriye ku kêşeyên xwe di nava axa Îraqê de çareser nekin û kêşe û aloziyên xwe bibin nava sînorên xwe.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin