Heta niha Ukrayna li ser vê mijarê ti daxuyanî nedaye.
Li gor nûçeyeke kanala RT îro wezareta berevanî ya Rûsyeyê eşkere kiriye ku hêzên Rûsî karîne piştî çend rojan dorpêçên dijwar û êrîşên berfire, bajarê Mariupol ya li Başûrê Rojhilatê Ukraynayê kontrol bikin.
Her çend heta niha Ukrayna di vê derbarê de ti daxuyanî nedaye û ev yek piştrast nekiriye lê di destpêka vê hefteyê de Rûsye careke din qala kontrol kirina vê bajarê kiribû lê artêşa Ukraynayê ev yek red kiribû.
Weke tê zanîn zêdetir ji 50 rojane şer di navbera Ukrayna û Rûsyeyê de didome.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin