Semînar ji aliyê navenda Chatham House ya Brîtanî ve hatiye organîzekirin.
Di çarçoveya serdana xwe ya bo Brîtanyayê de, vê îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî di semînarekê de ku ji aliyê navenda lêkolînên steratejîkî ya Brîtanî ya bi navê Chatham House ve tê organîzekirin beşdar be.
Mesrûr Barzanî di semînara han de weke Semînator vê gotarek derbarê çend mijaran de pêşkêş bike û pişt re jî bersifa pirsên beşdarbûyan bide.
Weke tê zanîn Serokwezîr ev sê roje li Brîtanyayê ye û duhê jî li gel Serokwezîr û gelek rayedarên din yên vê welatî re civiya bû.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin