Êrîşî ser paseke veguhestina karmendên girtîgehê hate kirin

di encama êrîşê de kesek hatiye kuştin û 7 kes jî birîndarin.
کوردستان TV
100%

Êrîş li bajarê Bursa ya Tirkiyeyê pêk hatiye.

Li bajarê Bursa yê Tirkiyeyê di otobuseke veguhestina pasewanên girtîgehê de teqînekê rû da û kesek hat kuştin û 7 kes jî birîndar bûn. Parêzgarê Bursayê Yakup Canbolat got; li gorî agahiyên destpêkê yên wan ev êrişeke terorîstî ye.

Li gor nûçeyeke çapemeniya Tirkiyeyê li bajarê Bursayê li taxa Yenî Karamanê di demjimêr 07.40an de di otobûseke veguhestina pasewanên girtîgehê de teqînekê pêkhat.

Li gorî zanyariyên destpêkê di teqînê de kesek hat kuştin û 7 kes jî birîndar bûn. Rewşa 2 birîndaran giran e.

Piştî teqînê gelek ambulans û tîmên hawarçûnê ji bo cihê bûherê hatin şandin û birîndar rakirin nexweşxaneyan.

Rojhilata navîn Tirkiye

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.