Serokwezîrê Kurdistanê li gel Serokwezîrê Brîtanyayê civiya.
Îro Serokwezîrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Serokwezîrê Brîtanyayê civiya û piştî civînê jî Serokwezîr li ser hesabê xwe yê fermî derbarê naveroka civînê de wisa nivîsand;
îro sêşem 19ê Nîsana 2022an li London li gele Serokwezîrê Brîtanyayê birêz Boris Johson civiyan.
Di civînê de me giftûgo derbarê guhertin û pêşhatên dawî Îraq û deverê û têkiliyên navbera herêma Kurdistan û Brîtanyayê kir.
Serokwezîrê Brîtanyayê behsa têkiliyên dostane û dîrokî yên di navbera herêma Kurdistan û Brîtanyayê de kir û balkêşande ser serdana xwe ya bo hêrêma Kurdistanê û got ev serdana han yek ji serdanên mine ku ti carî jibîr nakim û hêvî dikim derfeteke din hebe ku careke din serdana Hewlêrê bikim.
Serokwezîrê Brîtanyayê amadebûna welatê xwe bo hevkarî kirina herêma Kurdistanê di her warî de diyar kir û herwiha piştîvaniya xwe ya bo girîngiya çareser kirina kêşeyên navbera herêma Kurdistan û hikûmeta fedralî li ser esasê destûra bingehîn diyar kir.
Serokwezîrê Brîtanyayê Boris Johnson herwiha stayîşa hemahengî û rola erênî ya hikûmeta herêma Kurdistanê bo çareser kirina pirsa Koçberêyê kir.
Di beşeke din ya civînê de me jî spasiya hevkarî û piştîvaniyên Brîtanyayê û hevpeymaniya cîhanî bo rûbirû bûna teror û metirsiyên terorîstên DIŞI yên ku pêşkêşî herêma Kurdistanê kiribûn kir.
D6i beşeke din ya civînê de me balkêşande ser reformên hikûmeta herêma Kurdistanê yên di warê pir cure kirina abûrî û çavkaniyên dahatê û pêşde birina hêlbirînê û hêviya vê yekê jî xwest ku, hêlbirîna Brîtanî li herêma Kurdistanê zêdetir bibe û di vê warî de jî herêma Kurdistanê amadeye her cure karasaniyek pêşkêşî Hêlbirêneran bike.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin