Li Efrînê, careke din di navbera 2 komên çekdar yên girêdayî dewleta Tirkiyê de şer derket, hejmarek çekdar hatin kuştin û hejmarek din jî birîndar bûn.
Li gor nûçeyeke rûdawê, li navenda bajarê Efrînê di navbera komên çekdar yên bi navê Mutesim Billah û Firqeya 9an de ku her du kom jî girêdayî dewleta Tirkiyê ne, şerekî dijwar çê bûye.
Li gor zanyariyên ji çavkaniyên xwecihî ve, di encama şer û pevçûnan de herî kêm 2 çekdar hatin kuştin û zêdetirî 10 çekdar jî birîndar bûne.
Çekdarên grûpa Mutesim Billah hemû baregehên çekdarên Firqeya 9an ên li navenda Efrînê kontrol kirine. Herwiha li gor zanayriyan gelek ji çekdarên Firqeya 9an dîl hatine girtine.
Herêma Efrînê herêmeke Rojavayê Kurdistanê ye ku ji dîrokeke kevn ve Kurd lê dijîn, lê ji sala 2018an ve û di encama êrişeke berfireh de ketiye destê Tirkiyê û komên çekdar ên ser bi wî welatî ve.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin