Artêşa Tirkiyê li deverên sînorî yên Metîna û Zap û Avaşîn li dijî PKKê dest bi operasyonê kir.
Bi fermana wezîrê berevaniya Tirkiyê, artêşa wî welatî li deverên sînorî yên di navbera Bakur û Başûr de operasyonek li dijî PKKê da destpêkirin.
Derengiya şeva borî artêşa Tirkiyê di warên bejahî û asimanî de operasyonek berfireh li dijî hêzên PKKê yên li deverên sînorî yên mîna Metîna, Zap, Avaşîn û Basyan dest pê kir.
Wezîrê berevaniya Tirkiyê Hulûsî Akar li ser wê operasyonê ragehand, operasyona han bi armanca tinekirina êrişên terorîstî yên li dijî gel û welatê me û hêzên me û parastina sînorên me hatiye desetpêkirin.
Bi gotina Akar, di wê operasyonê de helîkopter û firokeyên şer jî beşdar in û baregehên PKKê bordûman dikin.
Ji aliyê xwe ve HPGê jî daxuyanî daye û diyar kiriye ku piştî bordiman û topbaraneke dijwar, artêşa Tirkiyeyê çend caran hewl daye leşkerên xwe bi rêya kopteran dabezîne, lê gerîla bersif dane û artêşa Tirkiyeyê nikariye leşkerên xwe dabezîne.
HPG herwiha diyar kiriye ku di deqeyên destpêkê de gerîla karîne herî kêm 6 leşkerên Tirkiye li Zapê bikujin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin