Îran: Azad kirina pereyên me ti peywendiyek bi Amerîkayê re tuneye

Îran dibêje ti lihev hatinek çê nebûye lewre nikarin behsa ti rêkeftinekê bikin.
کوردستان TV
100%

Dibêje em rê nadin Amerîka destwerdanî di vê mijarê de bike.

Li gel xetimandina danûstandinên navbera Îran û welatên cîhanê yên taybet bi bernameya etomiya Îranê, mijara pere û darayiyên blokekirî yên Îranê jî bûye rojev.

Di vê derbarê de Peyvdarê wezareta derve ya Îranê Seîd Xetîbzade ragihand ku mijara azad kirina pere û darayiyên blokekirî yên Îranê ti peywendiyek bi Amerîka û danûstandinên etomî re tuneye û rê nadin ku Amerîka di vê mijarê de destwerdanî di karûbarên Îranê de bike.

Seîd Xetîbzade herwiha diyar kiriye ku heta niha di danûstandinan de ti pêşkeftinek çê nebûye lewre em nikarin ku behsa ti rêkeftinekê bikin.

Weke tê zanîn ku danûstaninên navbera Îran û welatên cîhanî dîsa xetimîne û Îran daxwaza derxistina navê spaha Pasdaran ji lîsteya terorê dike lê welatên cîhanê jî vê yekê qebûl nakin.

Rojhilata navîn Îran

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.