Tirkiye jineke Kurd radestî Îranê dike

Fatme sala 2019an ji aliyê rejîma Îranê ve hatibû girtin.
کوردستان TV
100%

Beriya niha li Îranê di girtîgehê de mabû.

Jina Kurd ya bi navê Fatme Dawend ku di dema xwepîşandanên 2019an li Îranê de, li bajarê Bûkanê ya li Rojhilatê Kurdistanê, daxwaz ji xelkê dikir dijî rejîmê dest bi serhildanê bike, li Tirkiyeyê hatiye girtin.

Ev jina Kurd ku niha di girtîgehên Tirkiyeyê deye, rejîma Tirkiyeyê dixwaze vê radestî rejîma Îranê bike.

Fatme beriya ku biçe Tirkiyeyê ji aliyê rejîma Îranê ve hatibû girtin, lê bi danîna kefîlê, hatibû berdan û pişt re jî reviyaye çûye Tirkiyeyê.

Nûçe Kurdistan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.