Li Hesekê HSD dest daniye ser 10 saziyên rejîma Sûrî.
Aloziyên navbera HSD û hêzên rejîma Sûriyeyê didomin û di vê çarçoveyê de piştî ku hefteya derbasbûyî HSD dorpêç danî bû ser hin saziyên rejîmê li Heseke û Qamîşloyê, îro jî HSD dorpêçên xwe dijwartir kiriye.
Zariyariyên ji Rojavayê Kurdistanê tên û qala vê yekê tê kirin ku HSD li Heseke dest daniye ser 10 saziyên rejîma Sûriyeyê û herwiha rêya ku diçe balefirxaneya Qamîşloyê jî daxistiye daku hêzên rejîmê nikarin hatûçû bikin.
Weke tê zanîn ev pêngavên HSDê piştî dorpêç kirina taxên Kurdî ji aliyê rejîmê ve li Helebê hatiye avêtin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin