Li di nava axa Rojavayê de ev baregeh hatine avakirin.
Li gor zaniyariyên berdest, artêşa Tirkiyeyê û cîhadiyên Tirkiyeyê piştî dagîr kirina her du bajarên Girsê Spî û Serê Kanî li Rojavayê Kurdistanê, pêgehên xwe yên leşkerî li deverê de bihêztir kirine.
Li gor zaniyariyan artêşa Tirkiyeyê rixmî domandina piştîvaniyên xwe bo komên cîhadî, hevdem li deverê de 52 baregehên leşkerî bo xwe ava kiriye û di nava wan baregehan de çekên navendî û giran bicîh kiriye.
Herwiha hate zanîn ku artêşa Tirkiyeyê bi hezaran leşkerên xwe jî li deverê de bicîh kiriye.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin