Dibêje heta niha ti pereyeke bloke kirî yê Îranê nehatiye azadkirin.
Peyvdarê wezareta derve ya Amerîkayê Ned Pirce di koferanseke çapemeniyê de ragihand ku ti pereyeke bloke kirî ya Îranî li Amerîkayê nehatiye azadkirin û ti dorpêçeke dijî Îranê jî nehatiye hilweşandin.
Ned Pirce eşkere kiriye ku pereyên bloke kirî û dorpêçên dijî Îranê heta dema ku Îranê bêyî şer û merc vegere ser rêkeftina etomî û daxwaza civaka cîhanî yên taybet bi bernameya etomiya Îranê cîhbicîh neke nayên azadkirin û dorpêç jî nayên hilweşandin.
Weke tê zanîn beriya niha Îran gotibû bo îmze kirina rêkeftineke nû li gel cîhanê lazime navê spaha Pasdaran ji lîsteya terorê were derxistin lê Amerîka û cîhan tekezî li ser vê yekê kiribûn ku bi ti awayî navê spahê ji lîsteya terorê dernaxin.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin