Dibêje heta niha zêdetir ji 14 hezar welatiyên Ukraynî hatine kuştin.
Serokê Ukraynayê Volodymyr Zelenskyy ragihand ku şerê Rûsye yê li dijî Ukraynayê di 24ê Sibata 2022an de destpê nekiriye belku ev şerê han di sala 2014an de destpê kiriye.
Volodymyr Zelenskyy eşkere kiriye ku di encama şer û êrîşên 8 salên derbasbûyî yên Rûsyeyê yên bo ser Ukraynayê de herî kêm 14 hezar welatiyên Ukraynî canê xwe ji dest dane.
Nav hatî rexne li civaka cîhanî jî girtiye û ragihandiye ku jiber bêdengiya civaka cîhanî Putin biryara şereke mezin li dijî Ukraynayê daye.
Weke tê zanîn beriya du rojan jî artêşa Ukraynayê karîbû naveke gelek mezin û pêşkeftî ya artêşa Rûsyeyê li Qeredenîzê ji nav bibe.
komênte (0)
heta niha komênt nehatiye nivîsandin