Amerîka 800 miliyon dolarên din hevkarî dide Ukraynayê

heta niha Amerîka zêdetir ji 3 miliyar dolar hevkariya Ukraynayê kiriye.
کوردستان TV
100%

Kopter jî di nava wan hevkariyan dene.

Wezareta berevanî ya Amerîkayê ragihand ku Serokê Amerîkayê bernivîsa gehandina 800 miliyon dolar hevkariyên din yên leşkerî bo Ukraynayê pejrandiye.

Li gor daxuyaniya wezareta berevanî, duhê Serokê Amerîkayê ev bernivîsa han pejrandiye û di nava hevkariyan de kopter, top, gule top, radarên dijî top û tankan jî hene.

Heta niha bi giştî Amerîka zêdetir ji 3 miliyar hevkariyên leşkerî gehandiye Ukraynayê.

Weke tê zanîn 48 roje şer di navbera Rûsye û Ukraynayê de berdewame.

Nûçe Cîhan

komênte (0)

heta niha komênt nehatiye nivîsandin

Weke mêwan bersif bide

دەتەوێت ئاگانامەکان وەربگریت؟
بمێنەوە لەگەڵ نوێترین هەواڵ و ڕووداوەکانمان.